Fermandarê Pêşmerge û endamê Polîtbûroya YNKê Cefer Şêx Mistefa di hevpeyvîna xwe ya di Dengê Amerîka da dîyar dike ku, di nava YNKê de grubek xayîn heye.
Cefer Şêx Mistefa di dibêje: “Di nava YNKê de grubek heye ku rêkeftin û hemahengiya wan li gel Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê ra jî heye. Weke Kerkûkê ew dixwazin Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî radest Ereban bikin. Xwepêşandanên di vê dema dawî yên li Silêmanî û derdora wê jî vê grûbê tundî bikar anî ne jî ev grube. Bi vê yekê xwestin hincetekî bidin destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî da ku di bin navê parastina ewlekariya hemwelatiyan werin Silêmanî û Kurdistan…
Ew plan ne ya hemwelatiyên asayî bû. Hemwelatiyên asayî alîgirê tundiyê nebûn. Ew ne 2 hezar û 5 hezar kes in. Xelkê nerazî bi sedan hezar kes in û eger ew daketibana kolanan ti hêzekî nedikarî xwe li hember wan bigre.”
Şêx Cefer wê grûbê bi navê Gruba 16ê Cotmehê bi nav dike û dibêje: “Heta ew grûba xayîn mabe, li ser Kurdistanê metirsiyeke cidî heye. Çimku bi berdewamî di nava hemahengiyê de ne, ku dixwazin Kurdistanê radest bikin. Dixwazin Kurdistanê û destkeftiyên Kurdan nehêlin.“
Şêx Cefer dîyar dike ku, hemû partî, herwiha Mesûd Barzanî jî dizane ka ew grûba xayîn ya di nava YNKê de kî ne.
Cefer Şêf Mistefa di derbarê bûyera 16ê Cotmehê ya li Kerkûk û Xurmatoyê da jî wuha dibêje: “Sedema hatina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ne giştpirsî bû. Niha jî ji bo serxwebûna Kurdistanê giştpirsiyê bikin ezê ne bi tiliyekê, bi deh tiliyan bêjim erê. Lê Aras Şêx Cengî bixwe ji me re got ku berevaniyê nekin bila hêzên Iraqî werin. Lê me got, em li ser yek bihust axa Kurdistanê sazîşê nakin. Bê berevanî dernakevin. Ew grûba xayînan bûne sedema 16ê Cotmehê. Ew bi xwe ji serî va li dijî giştpirsiyê bûn.
Eger rojekê rewşa Kurdistanê aram bibe, dadgehekî nîştîmanî pêk were, bi misogerî divê ev xayîn werin cezakirin. Eger Mam Celal sax ba dê ew hemû weke xayîn ceza bikirana.”