Gelo mêzîna dad û dadmendîyê di destê kê da ye?
Ji duh da kî ku radibe, bi mêzîneke xilûxar dadmendîyê diwezinîne û li dinê belav dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo paytextbûna Orşelimê biryara xwe dîyar kir, li seranserî dinê qiyamet rabû.
Serok û rêvebirên dewletên dagirker, dîktatorên oldar û qiralên xwînxwar, hemû sûc û gunehên xwe dane alîkî û her yek bi awayekî daw û doza dadmendîyê dikin.
Di destê her yekî da mêzinek…
Yek dibêje, „Quds bajarê misilmanan e…“
Yekî din dibêje, „Quds bajarê Ereban e…“
Ne kes li dîrokê dinihêre…
Ne jî haya kes jî Yarushalayîm ya jî Orşelîmê he ye…
Rast e, bi nav Quds bajarekî Misilman û Ereban e.
Lê bi navê Yarushalayîm jî ewqas bajarê Cuhîyan e.
Ji ber ku, bi zimanê Îbranî Yerushalayim, bi zimanê Kurdî Orşelîm û bi zimanê Erebî Quds bajarekî dîrokî û pîroz e.
Navenda sê Olên mezin e…
Ji Musa û Îsa û Mihemed ra bûye war…
Ji qiralîyeta Dawud û Sultan Sulêyman ra bûye paytext..
Di dema Nabûqednazer da bûyê bajarê Babîlonîyan.
Di dema Selehaddîn da bûyê bajarê Eyûbîyan.
Bi navê wê yê herî kevn, Ruşalimum, bajareke Misrîyê…
Heta roja îro tê da xwîna kesên ji ol û qewmên cûda rijîyaye û tevlihev bûye.
Ji bo vê yekê îro, Yerushalayim, Orşelîm ya jî Quds ne tenê bajarê Misilmanan, ne jî bajarê Xiristîyan û Cuhîyan e.
Bajareke pirolî û pirrengî ye…
Lê ji heftê salan vir da, bajarek ji bajarên dewleta Îsraîl e.
Ew kesên ku mêzîna dadmendîyê li ba dikin û li dijberî biryara Trump daw û doza dadmendîyê dikin, duh li ku bûn û bi çî awayî tevdigerîyan?
Ew dewletên ku piştî Referanduma Serxwebûna Kurdistanê, hemû rê û dirb li gelê Kurd girtin û Başûrê Kurdistanê dorpeç kirin, gelo ew gor kîjan ol û dadmendîyê tevdigerîyan?
Mesele ne dad, ne jî dadmendîye.
Gotinê wan jî derew in.
Mêzinê di destê wan da jî sextene û tenê sextekarîya wan diwezinînin…
Di her gotin û gavêkî wan da beranberîyek he ye ku, ew bê beranberî gunehên xwe jî bi kesî ra parve nakin.
Divê Kurd jî gor vê yekê tevbigerîn û ne bi navê biratîya olî, ne jî bi navê biratîya gelan ji kesî ra xulamtîyê nekin.
Di referandûma serxwebûnê da piştgirê gelê Kurd Îsraîl bû, divê gelê Kurd jî îro piştgirê Îsraîl be…
Sedema vê yekê ez jî wek Kurdek ji îro şûnda va Yarushalayîmê wek paytextê dewleta Îsraîl dibînim û dibêjim, bila paytextbûna Yarushalayîmê lidewleta Îsraîl gelê Cuhî piroz be!..
07.12.2017
ikramoguz@navkurd.net