Hinek ji hêzên iraqî li hêviyê bûn, ku piştî şerê DAIŞê Amerîka bi temamî leşkerên xwe ji Iraqê vekişe lê li gorî daxuyaniyên berpirsên vî welatî, Amerîka hêzên xwe venakişe, berovajî hejmara wan zêdetir dike û li Kerkûk û Xurmatoyê jî hêz bicîh dike.
Şirovekarekî leşkerî dibêje: “Hebûna Amerîkayê ya li Kerkûk û Xurmato stratejîk e, ne ku taktîk. Ji bo qutkirina hejmûna Îranê ya li Kerkûk û Herêma Kurdistanê ye.”
Sala 2011, Amerîkayê leşkerên xwe yên li Iraqê vekişand. Lê ji ber şerê DAIŞê beşeke kêm a leşkeran careke din vegerand, ku piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê bicîh kir.
Dihate çaverêkirin, ku piştî nemana DAIŞê û kontrolkirina bajarên dagirkirî ew leşkerên amerîkî vegerin welatê xwe. Lê belê hefteya borî hate ragihandin, ku Amerîkayê hejmara leşkerên xwe zêde kiriye û niha zêdetirî 10 hezar leşkerên wan li Iraqê ne, beşek ji wan jî li Kerkûk û Xurmatoyê bicîh bûne.
Berdevkê hevpeymaniya navdewletî Riyan Dillon radigihîne, ku Amerîka hêzên xwe li seranserê Iraqê belav dike û erkê wê hêza li Kerkûk û Xurmatoyê tê bicîhkirin jî rêgirtina şer û nakokiyan e.
Rêveberê Dezgeha Navendî ya Îstîxbarata Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo ji dibêje, derbarê hêzên amerîkî yên li Iraqê de wî nameyek ji Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Qasim Silêmanî re nameyek şandiye û gotiye, li hember her êrîşeke ku li Iraqê li dijî berjewendiyên wan were kirin, ew dê Îranê berpirs bizanin.