Min romana nivîskarê kurdê hêja, Îkram Ogûz „ Rêwî“ bi hewaskarî xwend. Temiya min xwendevanê kurd heye ew jî bixûnin û bi xwe jî li ser rewșa xwe ya di bin zulma dagerkirên zalim da carke din bifikirin, bifikirin ev bêmafî-koletya wan gelo heta kengê wê berdewan bibe?…
Bûyarê romanê salên 60-î, sedsala borî li gundekî kurdê Bakûr Qulî da derbas dibe. Qulê gundekî kurda yê Serhedê, ji alyê cihanê û șaristanyê va bîrakirî, nava tarî û nezanyê, kesîbiyê da, li bin zulma-zora Nazimî Çawûșê zalim da ye.
Dewleta Tirk biryarê dide di gundê Qulê da dibistanê çêke. Gundî dij in. Rûva xwendevan kare bifikire ku gund da vekirina dibistanê xwestineke pêșvaçûyînê ya qenc e.
Gundî çima dij in?
Gundî bi cêribandina xwe ya salan zanin ku li bin wê biryarê da fikireke neqenc ya dewleta dagerkir heye… Oldar /Şêx/dibêjin bi dibistanê û xwendinê wê zarê wan bikin „kafir“ ji xwendina Qurana pîroz dûrxin, gundî jî dibêjin ji xwendina dibistanê, zarê wan wê dest ji erf-edet, zimanê xweyî kurmancî, kar û barê gundê xwe berdin. Tevî zulm û zora leșkêrê Tirk a bê sînor gund da dibistan vedibe. Mamosta Elî Riza tê gund. Ew kurdekî ji Qersê ye. Lê çînovnîkekî dewleta Tirk yê esil e, ku timê jî li nav kurda da hebûne û berjewandiyên wê dewletê parastin e. Roja ewlin da ew zimanê dê li zarokê dibistanê qedexe dike û dibêje, ne li mal, ne jî devra zarok gerekê kurmancî neaxivin.
Gundî bêsînor pîrozaya Şêxê xwe bawar dikin û hazirin tim xwe bavêjin ber piyê Şêx. Şêx jî çiqas oldar e, ewqas li pey berjewandyên xweyî șexsî ye, berjewendiyên wî û dewletê ji li hev digrin. Ew jî ji dersdar ne kêmtir di berjewandiyên dewletê da ne.
Ciqas jî vekirna dibistanan di Kurdistana Bakûr da bûne hêlînê asîmlasîon û helandinê, lê dîsa çavê Kurda hate vekirin. Bi rastiya bindestiya xwe hisyan…
Tajdîn dibistanê tam dike, ji meniyê cûrbicûr nikare xwendina xwe berdewan bike, lê dîsa derdikeve dijî zulma dewletê. Malêva koçberî bajarê Erzirûmê dibin… Xortê serwext halê kedkarayî dijwer texmîn dibe, tevî karê komelên kedkar û xwendevanan dibe. Dewleta zulmê bi polîs û leșkerê xwe dikevin pey wî.
Dawîyê da,Tajdîn dikeve hebsê û di rastî Şêx û dersdarê xwe Elî Riza tê. Şêx û dersdar Tajdîn șûcdar dikin bo girtina xwe… Lê pașê serwext dibin, ku mena hebskirina hersêka ne karê wan yê șiyasî lê kurdîtiya wan e. Kirine hebsê ku ew Kurd in.
Eva bi rastî jî peyameke xurt û cî dane parlamêntar, kurdên li nav partiyên tirka, axa, beg, oldar, qoriçiyên Kurd ra. Sibê-duspa eger ew bi nezanî jî pêlî ser zilekî dewleta Tirk bikin ewê jî rex șervanên kurd hebsê da rûnên…
Hebsê da rûniștandina șervan bo azadî û mafê gel û welatê xwe rûmet û serbilindiye, hebskirina wan wê bibe rezîlî û bêxîretî.
Dîsa dibêjim, min bi hewaskarî romana Îkram Ogûz „ Rêwî“ xwend. Temiya min xwendevanê kurd heye ew jî bixûnin û bi xwe li ser rewșa xwe ya bin zulma dagerkirên zalim da, carke din bifikirin , bifikirin ev koletya wan gelo heta kengê berdewan bibe?…
Nivîskar ra serketinê dixwezim.
Eskerê Boyik
23.12.2017