Rex Tillerson li Willson Centerê, derbarê pêwendiyên Amerîkayê û Ewropayê de axivî. Herwuha di axaftina xwe da, bal kişand ser têkilîyên di navbera Îran û Tirkîyê û sîyaseta Tirkîyê nirxand.
Tillerson daxwaz ji Tirkiyê kir, ku di pêwendiyên xwe yên li gel Îranê de ewlehiya welatên Hevpeymaniya NATOyê li ber çav bigire.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: „Îran û Rûsya nikarin di warê aborî û siyasî da tiştekî pêşkêşî xelkê Tirkiyê bikin, ku endambûna di welatên rojava de pêşkêşî Tirkiyê dike.“
Derbarê helwesta Rêveberiya Trump a li hember Tehranê de jî, Rex Tillerson ragihand ku, êdî tenê rêkevtina etomî ya welatên 5+1 û Îranê, xala siyaseta Waşingtonê li hember Tehranê nabe. ,