Hevserokê PYDê Şahoz Hesen daxwaz kir, ku li hember destêwerdana Îran û Tirkiyê û nebûna çareseriyê, Hevpeymaniya Navdewletî bi serperştiya Amerîka di nava xaka Sûriyê de bimîne.
Di nameyekê de ku ji aliyê Ajansa Reuters ve hatiye belavkirin, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk, Şahoz Hesen daxwaz dike, ku Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştiya Amerîkayê li nav Sûriyê bimîne, ew jî heta dema ku çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re bê dîtin.
Şahoz Hesen diyar kir, ku ew piştî rizgarkirina xakên di bin kontrola DAIŞê de jî piştgiriyê dide mana hêzên Amerîkayê li nav Sûriyê.
Hevserokê PYDê dibêje, Îran û Tirkiye destwerdanê dikin û çend grûpên girêdayê rêxistina El-Qaîdeyê jî li nav Sûriyê hene, û herwiha heta niha ji krîza Sûriyê re ti çareserî nehatiye dîtin.
Bi gotina Hevserokê PYDê, ji ber wan sedeman hebûna Amerîkayê li nav Sûriyê giring e û divê berdewam be.
Ev daxwaza Hevserokê PYDê piştî wê yekê tê, ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis gotibû, piştî jinavbirina DAIŞê jî dibe ku dema karê Hevpeymaniya Navdewletî bi giştî û hêzên Amerîkayê bi taybetî, li nav Sûriyê bê dirêjkirin.
Baskê leşkerî yê PYD, ku bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê naskirin û herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku sîwaneke leşkerî ya bi serkêşiya YPGê ye, di nava Sûriyê de û herwiha di şerê li dijî DAIŞê de yek ji hevpeymanên giring ên herêmî yên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê ne.