Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy dibêje; „ez dixebitim ku bidim îspatkirinê ku gotineke kurdan ya kevn a ku tê gotin ‚dostên Kurdan tenê çiya ne‘ biguherînim.“
Bernard Henri Levy, ku weke dostê Kurdan tê naskirin ku, dixwaze nîşan bide ku Kurd ne bi tenê ne û xwedan gelek dost in.
Ji bo vê yekê Levy dê roja 28ê Mijdarê fîlma xwe ya bi navê “Pêşmerge”, li Neteweyên Yekbûyî bide nîşandan.
Derhênerê fîlma Pêşmerge jî Bernard Heri Levy e û ew dîyar dike ku hemû bilêtên nîşandana filmê jî hatine firotin.
Levy dixwaze bi rêya vê filmê zîrekî û wêrekiya pêşmerge nîşanî nûnerên 193 welatên cîhanê yên endamên Neteweyên Yekbûyî bide. Bi vî awayî piştgirî û hevsoziya wan welatan ji bo Kurdan bidest bixe.