Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê daxuyanîyekê dîyar kir.
Barzanî di daxuyanîya xwe da ne yasayîya Dadgeha Federalî ya Iraqê destnîşan dike û dibêje; „Ne referandûm, dadgeha Iraqê ne yasayî ye.“
Barzanî di berdewamîya daxuyanîya xwe wuha dibêje: „Pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê û hemû aliyek bizanin ku, Dadgeha Federalî ya Iraqê berî pesendkirina destûra Iraqê hatiye dirustkirin û divê ji piştî pesendkirina destûra Iraqê ya sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin û dadgeheke li gor peyrewên destûrî ku di madeya (92) ya destûrê de hatiye destnîşankirin, bihata damezrandin. Lê di sala 2005an de û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e.”