Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel çend fermandeyên artêşa amerîkî yên bi cilûbergên leşkerî û hevjînên wan re derket pêşberî kamereyan û got: “Hûn dizanin ev tê çi wateyê? Dibe ku ev bêdengiya beriya tofanê be.”
Li ser gotina Donald Trump rojmaneyekî jê pirsî “Birêz Serok tofana çi?”
Trump jî wiha bersîva rojnamevanî da û got: “Hûn dê bibînin.”
Donald Trump di civîna bi berpirsên pile bilind ên berevaniya Amerîkayê re li se gefên Koreya Bakur sekinî û wiha got: “Hedefa li Koreya Bakur ew e ku em wê derê ji çekên nûkleerî paqij bikin. Em rê nadin ku ev dîktatorî gefan li welatê me û hevalbendên me bike. Tişta pêwîst dê bê kirin.
Rejîma Îranê piştevaniya terorê dike û li Rojhilata Navîn tundî û kaosê peyda dike. Divê em rê li ber vê helwesta Îranê ya êrişkar û peydakirina çekên nûkleerî jî bigirin.”