Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Berlînê dîyarkir ku, termê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, rasterast vedigere Silêmaniyê û naçe Bexdayê.
Zahid Xoşnaw, ragihand ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çendîn caran bi telefonê daxwaz kirîye ku termê Mam Celal vegere Bexdayê û piştre biçe Silêmaniyê, lê ev daxwaza wî hatîye redkirin.
Gor agahîya Zahid Xoşnaw, termê Mam Celal roja Înê bi firokeyeke taybet rasterast ji Berlînê vegere bajarê Silêmaniyê.