Rêvebirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Hamîd Hacî Xalî bersiva gotinên Bavil Talebanî kurê mezin ê Celal Talebanî da û ragihad, hin rayedarên YNKê derbarê derbasbûna hêzên iraqî bo nava Kerkûkê de zanyariyên şaş dane wî û çend rêvebirên din. Fêl li wan hatiye kirin û ji ber wê jî Kurdistan hatiye dagîrkirin.
Beşek ji serkirdeyên YNK derbarê radestkirina Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî bi hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de nerazîbûna xwe nîşan dan û dibêjin fêl li wan hatiye kirin.
Rêvebirekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) red dike ku ji bo hatina Heşda Şeibî pirs bi wî hatiye kirin û dibêje, ji wî û serkirdeyên din ên YNKê re hatiye gotin ku hêzeke hevpeymanan bi hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê diçin bingeha “ K 1″ a li Kerkûkê.
Endamê Rêvebirîya YNKê Hamîd Hacî Xalî dibêje: “Berî hatina Heşda Şeibî ji min re gotin ku ew dixwazin li gel hikûmeta Iraqê hemahengiyê bikin, ku hêzên hevpeymanan bêne binkeya “ K 1″ û li Kerkûkê bicih bibin.”
Hamîd Hacî Xalî dibêje, tenê ew yek ji wî re hatiye gotin û wî jî gotiye, ku ew karekî baş e û piştevaniya wê dike, lê belê tekez dike ku tiştek din jê re nehatiye gotin.
Hacî Xalî herwiha da xuyakirin, ku ew zaniyarî jî bi telefonê jê re hatiye gotine. Dema ku li ser telefonê pirs ji wî hatiye kirin, ne behsa Heşda Şeibî ne behsa pêşmerge, ne behsa enfalkirina Xurmato hatiye kirin.
Hamîd Hacî Xalî dide xuyakirin, ku ew ji sala 1976ê ve pêşmerge ye û dibêje: “çawa dikarim razî bibim ku êrîş li ser gel û deverên azadkirî bê kirin.”
Derbarê helwêsta rêvebirên din ên YNKê û pirskirina bi wan re ya di derbarê hatina Heşda Şeibî bo Kerkûkê de, Hacî Xalî wuha dibêje: “Weke min, pirs ji hevalên min jî hatiye kirin, Mehmûd Sengawî Endamê polîtboruya YNKê û Ednan Hemeyê Mîne endamê rêvebirîyaYNKê jî jê re gotine ku heman tişt ji wan re jî hatiye gotin, ne kêm û ne jî zêde.”
Bavil Talebanî di hevpeyvînekê de li gel kenala Frans 24 ragihandibû, ku ji bo hatina Heşda Şeibî û hêzên iraqî bo Kerkûkê 38 kes ji endamên serkirdatiya YNK rezamend bûne û projeyek di vêbareyê de îmza kirine.