Koma Dostên Kurdistanê li parlamentoya Ewropayê ku ji 33 parlamenterên tevahiya fraksyonan pêk tên, daxuyanîyek belev kirin. Di daxuyaniyê da ji bo Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan didin û dibêjin, ew bi nîgeranî va berê xwe didin komkirina hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ya li derdora Kerkûkê.”
Parlamenterên Ewropayê di daxuyaniya xwe da pesna helwesta Herêma Kurdistanê didin. Hewldanên ji bo rûniştin û gotûbêjkirin û daxwazên ji rayedarên Bexdayê kirin, girîng dibînin.
Parlamenterên ewropî yên Koma Dostên Kurdistanê di daxuyaniya xwe da dibêjin, ku benda destûrî yên taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê heta niha nehatiye cîbirîkirin, di demekê de ku diviyabû di dawiya sala 2007ê de bihatiba pêkanîn. Di havîna sala 2014ê de artêşa Iraqê li hember rêxistina DAIŞê şikest xwar û herifî, lê belê di bin siya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de ew navçe bi parastî man û nekevtine destê DAIŞê.