Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel yê Hatayê Hilmî Yarayicî dibêje, pêwîst e ew rêzê li giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bigrin.
Hatayê Hilmî Yarayci ji televîzyona Arti Gerçekê re ragihand ku, giştpirsiya serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê îradeya gelê wê herêmê ye û pêwîst e rêz jêre bê girtin.
Hilmî Yarayci rexne li partiya xwe CHPê û hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje, „li aliyekî dibêjin Kurd birayê me ne û dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin û li aliyekî jî piştî ku kurd îradeya xwe diyar dikin, dibêjin metirsî li ser sînorên me heye.“
Parlementerê CHPê Yarayci destnîşan dike ku, ew rêzê li îradeya gelê kurd li Başûrê Kurdistanê digre û berevaniya wê îradeyê erka wî ya sereke ye.
Yarayci bang li partiya xwe dike, „êdî dest ji fobiya Kurdî berdin û dest bavêjin Kurdan û pirsgirêkên wan û xwe ji neteweperestiya Tirkîtiyê dûr bixin.
CHPê helwesteke neyênî li dijî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê wergirtibû û daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku destêwerdanê bike û rawestîne.