Mam Celal
Şervanê Azadîyê…
Parêzerê Gelê Kurd…
Roja 3ê Cotmehê, deh roj piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, xatirê xwe ji Gelê Kurd xwest û ber bi dilovanîya xwe çû…
Mam…
Mamê Gelê Kurd…
Bernavkekî bi rûmet û giranbûha…
Bernavkekî mayînde…
Mam Celal di jîyana xwe ya 84 salî da ji bo gelê Kurd kar û xebateke giranbuha û bi rûmet kir.
Loma ew ji alî gelê xwe va bi paye û bernavên bi rûmet hate binavkirin.
Lê tu paye û bernavekî wî yê din şûna Mamtîya wî negirt.
Jiber ku ew di rojekî da nebû Mamê Gelê Kurd…
Ew piştî jîyaneke dirêj û bi rûmet, bi vî bernavî hate xelatkirin…
Weke bernavê wî, jîyana wî jî jîyaneke cuda ye.
Mam Celal, hê zarokekî 13 salî ye, dema ku xwe di nav sîyaseta kurd da dibîne û dest bi xebata siyasî dike.
Herwiha ew di 18 salîya xwe da weke endamê Komîteya Navendî ya PDKê (Partîya Demoqrata a Kurdistan) tê hilbijartin.
Di 20 salîya xwe da li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê dike.
Di dema zanîngehê da karê xwe yê sîyasî li paytextê İraqê didomîne û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dadimezirîne.
Dem tê sedem kar û barên xwe yê sîyasî, dest ji xwendinê berdide û vedigere Kurdistanê…
Ligel Mele Mistefa Barzanî, pişta xwe dide çîyayê Kurdistanê û dest bi şerê çekdarîyê dike.
Di sala 1963an da wek serokê delegasyona Kurd diçe Bexdayê û bi hukumeta Abulselam Arif re danûstandinan dike.
Di sala 1964an da ji PDKê diqete û bi navê Partîya Şoreşgerî ya Kurdistanê partîyeke nu dadimezirîne.
Piştî peymana 11ê Adarê, di sala 1970yî da bi hevalên xwe ra carek din dîsa vedigere nav refên Partîya Demoqrat a Kurdistanê û bi Mele Mistefa Barzanî ra dixebite. Mixabin ew yekitîya ku di navbera wan da pêk tê, careke din diqete û di Mam Celal di sala 1975an da Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ava dike…
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî di bin serokatîya Mam Celal da dest bi şerê çekdarîyê dike…
Ji wê demê şûnda PDK û YNK wek du xetên neteweyî li dijberî rejîma Baasê ditekoşin û ji bo azadîya gelê Kurd şerê çekdarîyê didomînin.
Loma heta sala 1992an jîyana Mam Celal jî li serê çîyan li sirgunîyê derbas bû.
Piştî komkujîya Helepçê û şerê 1991î Herêma Federal a Kurdistanê hate îlan kirin, bi hilbijartina 1992an ji alî KDP û YNK va jî hukumeteke hevpar hate avakirin.
Piştî şerê Amerîka û İraqê ya di sala 2003an da rejima Baas hilweşîya, Mam Celal û Mesûd Barzanî, her du Serokên Kurd di nav Konseyâ Rêvebirîya İraqê da cîh girtin.
Di sala 2005an da Mam Celal wek Serokkomarê İraqê hate hilbijartin…
Piştî pênc salan şûnda, di sala 2010an da Mam Celal ji bo Serokkomarîya İraqê cara duyemîn hate hilbijartin…
Mixabin roja 18.12.2012 krîza mêjî derbas kir…
Mamê Gelê Kurd ji wê demê şûnda girêdayî nivînan û jîyana xwe domand.
Do, roja 3ê Cotmehê, deh roj piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, xatirê xwe xwest, bêxem çavê xwe girt û koça xwe ya dawî kir…
Gotineke pêşîyan e, dibêjin:
Mêr dimre, mêrxasîya wî dimîne…
Mam Celal jî ruhê xwe ji dest da û mir, lêbelê ew her dem di dilê Gelê Kurd da wek Mam Celal dimîne…
Serê Gelê Kurd sax be!..
04.10.2017
ikramoguz@navkurd.eu