Berpirsê karûbarên siyasî û peywendiyên giştî yê serokatîya Kurdistanê Hêmin Hewramî radigihîne ku ew, li gel Bexdayê ji bilî serxwebûnê tu danustandineke din nakin.
Hewramî di ragihandina xwe ya ji K24ê da dibêje: “Zêdekirina paşgira (Iraq) li nave Serkirdatiya Siyasî Kurdistan, nayê wê wateyê ku Kurdistan ser bi Iraqê ve ye û mebest jê ew e ku em dixwazin dewleta Kurdistan ya vî parçeyê çêkin û ew dewlet parçeyên din li xwe nagire.”
Hêmin Hewramî tekez dike ku niha rewşa Herêma Kurdistanê ji rewşa berî referandumê gellekî baştire û got: “Em ji mafê serxwebûnê venagerin.”