Hikûmeta Katelonyayê serkeftina dengên “belê” yên referandûmê ragihand û eşkere kir, ku % 90ê beşdaran dengê erê dane.
Berdevkê hikûmeta Katelonyayê Jordî Turul îro danê sibê 02-10-2017 ragihand: “Heta niha 2 milyon û 262 hezar û 424 deng, wate % 42.67ê dengan hatine hejmartin. Ji vê hejmarî 2 milyon û 20 hezar dengderan dengê ERÊ dane, ku ev jî dike %90ê dengan. Herwiha 176 hezar û 566 kesan jî dengê NA dane ku ev jî dike % 7.8ê ya dengan.”
Turul da xuyakirin, ku 45 hezar û 586 deng spî derketine, ku ew jî dike % 2ê dengan. Hevedem 20 hezar deng jî pûç bûne, ku ev jî dike %0.89ê dengan.
Bi gotina Turul tenê 15 hezar deng mane ku werin hejmartin. Turul amaje bi wê yekê kir, ku polîsên Îspanyayê dest danîne ser hejmareke sindoqan, lewma rengê dengên di wan sindoqan de nayê zanîn. Herwiha polîsan nehiştine li hindek navenden deng werin bikaranîn.
Bi tevê hemû astengiyên hikûmeta Îspanyayê, Herêma Katelonyayê roja Yekşemê 01-10-2017, giştpirsiya serxwebûnê encamda. Di giştpirsiyê de mafê dengdanê yê 5 milyon û 300 hezar kesan hebû. Lê polîsan nehiştin piraniya xelkê herin ser sindoqan.
Ji ber aloziya di navbera hêzên ewlekariya Îspanya û gelê katelan de 844 kesên sivîl û 33 polîs birîndar bûn.
Piştî ragihandina bidawîhatina proseya dengdanê di referanduma Kataloniyayê de, Serowezîrê Ispanyayê Mariano Rajoy di peyamekê de ragihand, ku îro bi ti şêweyekê referandum bo cudabûna Kataloniyayê nehatiye encamdan.
Serokê Herêma Katelonyayê Charles Puigdemont jî serkeftina proseya giştpirsiyê ragihand û got: “Niha mafê me yê ragihandina serxwebûnê û avakirina dewletê heye.”