Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan li Parlementoya Tirkiyê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî.
Altan Tan di konferansê de diyar kir, ku heta hefteyek beriya encamdana referandumê jî li Tirkiyê bêdengî hebûye û piştî ku dema referandumê nêzîk bûye rojeve Tirkiyê gelek germ bûye.
Parlementerê HDPê Tan di derbarê çapemenîya Tirk da axifî û wuha got: “Gava ez guhdarî dikim, mat dimînim. Zanyariyên qirêj hene, mijarên herî hêsan jî, ew qas xelet û ew qas derew têne qalkirin, mirov mat dimîne.”
Altan Tan di derbarê yekîtiya axa Iraqê û yekîtiya axa Sûriyê jî wuha û got: “Gelo li holê dewleteke bi navê Iraq maye? Him gelo di dîrokê de bi navê Iraq û Sûriyê dewlet hene? Hûn bi xwe dibêjin bi rêkevtina Sykes-Picotê pêvajoyek dest pê kiriye.”
Tan di axaftina xwe da dîyar kir ku, „li Rojhilata Navîn nêzîkî 40 milyon Kurd hene û Ew naxwazin cuda bibin, lê hûn jî werin projeyên xwe yên di derbarê Kurdan de aşkere bikin, gelo Kurd li Iraq bila çi bikin?“ bibêjin.
Ji bo Tirkmenên li Başûrê Kurdistanê jî Altan Tan got, ku Tirkmen li Hewlêrê jî, li Kerkûkê jî li gel birayên xwe yên Kurd di aştiyê de dijîn. Ji seretayî heta lîseyê dibistanên Tirkmenan hene, komeleyên wan, kanalên wan ên televîzyonê hene, niha zimanê Tirkmenî li Herêma Kurdistanê di nav zimanên fermî de ye, parlementerên li Parlementoya Kurdistanê jî dikarin bi Tirkmenî biaxivin.