Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî dîyar dike ku, serkirdetiya kurd bi ti awayî encamên referandûmê hilnaweşîne û divê êdî danûstandinên piştî referandûmê bên kirin.
Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî beşdarî bernameya Li Gel Renc a televîzyona Rûdawê bû. Zêbarî di bernamê da ragihand, ku beriya referandûmê wan pêşbîniya van karvedan û nerazîbûnan tevan dikir.
Zêbarî; “Referadnûm hate kirin û encamên wê jî eşkere bûn. Divê êdî guftûgoyên piştî referandûmê werin kirin. Serkirdetiya siyasî ya kurd bi ti awayî encamên giştpirsiyê hilnaweşîne.”
Rêveberê Encûmena Cîbicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Semîr Selîm jî di heman bernameyê de got, ku beşek ji gefên Bexda û Enqerê ji bo propagandaya hilbijartinê ne.
Selîm da xuyakirin, ku eger gemaroya aborî daynin ser Kurdistanê, herweke Qeterê dê bandora vê tenê çend rojek bin.