Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo rojnameya Washington Post gotarek nivîsandîye. Talabani di nivîsa xwe wuha dibêje:
“Dawiya dawîn dê Kurdistan serbixwe bibe”
Roja Duşemê weke roja giştpirsiya serxwebûna Kurdistana Iraqê, hatiye diyarkirin. Hevpeymanên me Wîlayetên Yekgirtî yê Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi berdewamî daxwazê ji me dikin, ku giştpirsiyê nekin û careke din li gel Iraqê danûstandinan bikin. Em ji ber heldanên wan spas lê dema wê jî hatiye, ku em ewlekariya demdirêj, aramî û aştiya xwe biparêzin. Dibe rê ne ronahî be lê em dizanin, ku dê dawiya dawîn ev rê bi rêkeftina hevbeş a li gel Iraqê, bi serxwebûna Kurdistanê bigihe encamê.
Raste, ku bijardeyeke me heye. Em dikarin dengdanekî bi remzî bikin. Lê metirsî heye, ku ev yek bibe sedema karvedaneke cidî ji aliyê wan welatan ve ku dijîtiya giştpirsiyê dikin. Yan jî em dikarin hinek pêşniyarên hevpeymanên xwe yên welatên herî bi hêz ên cîhanê qebûl bikin. Lê rastî ew e, gelê kurd bîranînên demdirêj û zîndî yên wê xiyanetê jibîr nakin, ku di dirêjahiya dîrokê de gelê me ji destê wan bîranîna dinale. Ji ber vê sedemê, ji aliyê me ne zelal e, ku paşxistina giştpirsiyê di berjewendiya gelê me de ye yan ne.
Hevpeymanên me li ser mijara pêngava yekemîn a serxwebûna Kurdistanê ne hevnêrînin. Lê belê ev maf di yasayên navdewletî de heye û li gel destûra Iraqê jî digunce. Hê jî em li hêviya wê yekê ne, ku proseyekî alternetîf were pêşxistin û bibe sedema xwebirêvebirineke baştir an jî serxwebûna Kurdistanê. Me bi awayeke cidî li ser metirsiyên encamdana giştpirsiyê hizrên xwe kirine. Ma kî ji me baştir dikare van metirsiyan bizane?
“Bexdayê di warê darayî ve pişta Kurdistanê şkînand”
Hinek dostên me ji me dixwazin em bibin beşek ji welatekî, ku wî welatî nekariya sînorên xwe ji terorîstên iraqî yên dewleta îslamî biparêze. Di demekê de van terorîstan ziyaneke mezin daye welatê me. Welatek ku samanên xwe xirap bikaraniye û bi tevê li hevkirinan jî para me ya ji bûdceya nîştîmanî nedaye. Di heyama 2 salên derbasbûyî de Bexdayê di warê darayî ve pişta Kurdistanê şkînand û wesa kir, ku em nekarin meaşên pêşmerge û karmendên xwe bidin da ku li hember DAIŞê parastina Iraq û cîhanê bikin.
Nihe em mêhvandariya zêdetirî milyonek koçberên iraqî û zêdetirî 200 hezar penaberên sûriyeyî dikin. Ev koçber û penaber ji ber tûndûtîjiya mezhebî cîh û warên xwe bicîh hiştine û hatine Herêma Kurdistanê. Bi tevê vê jî hikûmeta Iraqê nerazî bû û alîkariya darayî ji bo wan koçberan neşand û çavdêriya wê xelkê sivîl nekir. Divêya cîhanê zêdetir hewl bida da ku Iraqê razî bike ne ku me razî bikin li gel Iraqekî wiha bimînin.
Raste, serxwebûna Kurdistanê ne bê kêmasî ye, xeletiyên rêvebirina me, dazî û dezgehên me û serkirdetiya me ya siyasî hene. Lê em bi şefafbûnê, debara baş a aborî û berpirsiyariyê ve, beriya hemû tiştan jî bi prastina ewlekarî û aramiya hemwelatiyên xwe ve girêdayî ne. Ji hinek welatên nû zêdetir saziyên me yên nû hene.
“Em dixwazin bibin xwedan dewletekî serbixwe, aram û seqamgîr”
Em baga alîkariyê dikin ji bo bi hêzkirina sazî û dezgehên xwe. Guvaşê bixin ser me da ku di warê demokrasî û mafên mirovan de pêşkeftinan bidest bixin. Ev çendîn sal in em li ser çaksaziyan kar dikin, ku ev kar jî pêgeha me bi hêz dike da ku bikarin karûbarên xwe bi hêza gelê xwe birêve bibin. Ji bo encamdana van karan ti kesan guvaş li me nekiriye û me bi xwe zaniye ka divê em çi bikin. Bi tevê ku amêr û pêwîstiyên dewletên serwer di destê me de nebûne. Em civakekî vekirî, aştîxwaz û firehpêkhateyî ne, ku hemû grûban qebûl dikin û diparêzin. Em dixwazin bibin xwedan dewletekî serbixwe, aram û seqamgîr, pêwendiyên me yên siyasî, aborî û ewlekariyê li gel cîranên me û ji hemûyan jî giringtir li gel Iraqê hebin.
Hûn dikarin coş û xiroşa ciwanên me bibîni, ku ji bo giştpirsiyê nîşan didin. Vê hestê li gel hestê ciwanên welatên din ên Rojhilata Navîn berawird bikin. Çimkî di nava ciwanên welatên din de radîkalîzm zêde dibe. Derbarê giştpirsiyê û rêyên baş ên pêşveçûnê hinek nêrînên gelê me hene. em niha jî di nava dilê her kurdekî de serbixwe ne. Em niha jî dewlet in!
“Em ne cehş in, ku bi pare şer bikin”
Ji bo azadkirina Mûsilê, di pêwendiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên iraqî dde em dudil nebûne. Beriya wê jî di şerê li dijî rêxistina El Qaîde de em dudil nebûn û herwiha beriya wê jî di şerê li dijî Saddam husên de jî em ne dudil bûn. Lê em ne cehş in, ku pareyan bidin me û em jî şer bikin. Jiyana me di metirsiyê de ye û em jî xwedan berjewendiyên stratejîk û nîştîmanî ne. Bi tevê pirsgirêkên xwe yên aborî û darayî, me deriyê xwe bi ser rûyê koçberên şer de negirtiye.
Li hember van tiştan tevan, dewsa ku me qebûl bikin û xelat bikin, welatên din çûna rêza wan hêzên ku dijîtiya mafê me yê çarenivîsê dikin. Dema serê me dibirîn hûn li ku derê bûn, dema di sala 1988ê de bi çekên kîmyeyî êrîş dikirin ser me û di gorên bi kom de dihatine binaxkirin hûn li ku derê bûn? Dema Saddam raperîna sala 1991ê şkînand û em reviyane çiyayan, çend zeman bi ser ve çû heta we bersiv da daxwaziyên me?
“Ne ecêb e tenê Îsraîl piştgirî dide”
Dema di 2014ê de, li ser serê Çiyayê Şingalê xûşk û birayên me rûbirûyê karesatekî mezin bûn, li seranserê cîhanê hemû kurd şok bûn û aciz bûn. Bîranînên jenosîd û tepisandinê hê jî di dil û mejiyên me de nû ne. Herçend ti pêwendiyeke me yê diplomatîk li gel Îsraîlê nîne lê ne ecêb e, ku Îsraîl bi tenê û bi eşkere piştgirî bdie gelê me. Îsraîl weke welatekî, ji bo rizgarbûna jenosîda herî bi trajedî ya herî mezin a cîhanê, hatiye damezrandin.
Ji ber parastina Kurdistanê em spasiya Hevpeymaniya Navdewletî dikin lê niha ew piştgirî di metirsiyê de ye. Em careke din wan gotinan tînin ser hizra xwe ku dibêje “ji bilî çiyayan ti dostên kurdan nînin.”
Pabendbûnên bi mij û moran, bersiv nade daxwazên gelê me. Dema wê hatiye hevbeşên me yên navdewletî planekê darijin ku bikarin pirsgirêka kurd li Iraqê çareser bikin. Ew plan jî heman ew tişta ku we heye ya me jî hebe, ew jî dewleta me ye.