Fermandarên pêşmerge dibêjin, ew naxwazin li gel ti aliyekê şer bikin lê ewger aliyekê jî xwest şer bifiroşe wan, meydan vekirî ye.
Fermandarên pêşmerge li bajarê Hewlêrê civiyan û bersiva gefên berpirsên Heşda Şeibî yên li dijberî giştpirsîyê dikin, dan.
Çekdarên Heşda Şeibî jî bi tureyî berê lûleyê tifingên xwe ji DAIŞê vediguherinin ber bi rûyê pêşmerge û dibêjin, eger giştpirsî were kirin dê çek biaxivin û yekemîn fîşek jî dê li Kerkûkê biteqe!
Di derbarê van gefên Heşda Şeibî da, fermandarên pêşmerge jî diyar dikin, ku ev demeke wan fîtneya şîe û Heşda Şeibî fêm kirine, eger ku ew dixwazin tundiyê bikar bînin, meydan vekirî ye.
Fermandarê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa diyar dike û dibêje “Em naxwazin şerê ti kesan bikin lê kî şerê me bike, em amade ne bersiva wan bidin. Dijmin li gel me her dijmin e, çi DAIŞ û çi jî yên din. Kî gefan li gelê me bixwe em wan dijmin dibînin. Lewma em qet rê nadin ew werin li wan navçeyan bi dilê xwe bizivirin.”
Berpirsê Eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî jî wuha dibêje: “Ez bawer nakim Hevpeymaniya Navdewletî rê bide şerekî wiha. Herwiha bawer nakim Heşda Şeibî bikare were Kerkûkê.”