Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel malpera BuzzFeed News a Amerîkî da radigihîne ku, ev 100 sal in li hember gelê kurd ne dadperwerî tê kirin, kurd rastê komkujî û karesatan dibin lê êdî dibêjin bes e û kurd jî dixwazin mîna hemû neteweyên din danûstandin li gel wan bê kirin.
Mesrûr Barzanî di hevpeyvînê da dibêje: “Tişta ku me ji bo cîhanê kiriye, pir zêdetire ya cîhanê ji bo me kiriye. Em li hêviyê ne, ku ev tastî were dîtin .
Raste me berevaniya xwe kir lê eger hêza kurdan jî neba, DAIŞ li Kurdistanê jî nedihate sekinandin.
Me ji cîhanê re selamandiye, ku em hêjayê wê yekê ne weke her neteweyekî din li gel me danûstandin were kirin.”
Mesrûr Barzanî behsa karesat û komkujiyên ser gelê kurd de hatine kirin dike û dibêje:
“Êdî bes e!”
“Ma çi dikare rojava razî bike ku em hêjayê jiyaneke baş in? Gurbanî û berdêl dan? Me gelek berdêl û qurbanî dan. Dilsozî? Em dilsoz in. Dostanî? Em dostê herî bawerpêkirî yê rojava ne. li hember vê yekê me çi divê? Tişta me divê wekhewî ye û em jî dixwazin weke we bin.”
Mesrûr Barzanî di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî wuha dibêje:
“Kes nikar înkar bike, ku pirsgirêkên cidî di navbera me û Bexdayê de hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî yan divê hêz were bikaranîn an jî riyeke aştiyane. Me riya duyemîn hilbijartiye.
Êdî ti şerekî din nakin. Em ji mirinê, ji bazdanê, ji têkçûnê û ji jiyana bi vî awayî bêzar bûn. Me aştî divê lê aştî nayê wateya destbadanê û bindestiyê.”