Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja sêşemîyê li paytextê Arjantin, Buenos Airesê, bi serokkomarê dewleta Arjantînî ra hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê civîna çapemenîyê hate lidarxistin û di civîna çapemenîyê da Netanyahû bal kiişand ser giiştpirsîya serxwebûna Kurdistanê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, “Îsraîl li dijî terorê ye lê di heman demê de hewldanên gelê kurd ên ji bo avakirina dewleta xwe jî rewa dibîne” got û piştgirîya xwe û dewleta xwe anî ziman.
Hêjayî gotinê ye ku, di eynî rojê da Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked ji di konferanseki navdewletî da, ji bo Kurdistaneke serbixwe piştevaniya dewleta xwe anîbu ziman û ji bo vê yekê bangewazî li Amerîkayê ji kiribû ku piştevanîyê bide Kurdan…
Cîgirê Sererkanê Îsraîlê Yaîr Golan jî li Waşîngtonê di derbarê giştpirsîya serxwebûnê da wuha gotibû; „Divê bi beşdarbûna hemû Kurdan va Dewleta Kurdistanê were damezrandin…“