Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP Osman Baydemir: Giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê bibe deriyê xêrê jib o Rojhilata Navîn.
Osman Baydemîr di daxuyanîyeke xwe da dîyar dike ku li Tirkiyê destên siyasetê li ser tevahiya dadgehên wî welatî hene. Hevserok û parlamenterên partiya wan 307 roj in ji ber kurdbûna xwe di zîndanan de girtine û ev ne darizandin e, ev dîlgirtin e.
Baydemîr li ser şirekatiya AKP û MHP ya ku ji dijminiya kurdan pêk tê wiha dibêje:
“Gotina MHPê gotinek nijadperestî ye. Herwiha dema ku Serokê MHPê Bahçelê ev yek anî ziman, min wekî berdevekê HDPê jê re got, hedê xwe bizan e. Ne hedê ti kesiye gefan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Ew gefa ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, weke gefa li ser 40 milyon kurdan dinirxînin û wê yekê qebûl nakin.”
Baydemîr siyaseta AK Patiyê jî rexne kir û gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan “daxwaza dewletê ji b o kurdan heqaret e” bibîr xist û got: “Giştpirsî mafê kurdan ê herî xwezayî ye. Erdogan bixwe dibêje dewletbûn ji bo kurdan heqaret e. Yanî penc quriş aqlê kurdan nîne. Çima ji te ne heqaret e, çima ji bo kurdan heqaret be?
Dewlet çima ji bo Fransa, ji bo Ereban, ji bo Farisan mafekê pîroz e, gelo ji bo gelê Kurd çima pîroz nîne?
Çima 40 milyon Kurd nebin xwedî dewlet û xwedî statû?
Bingeha pirsgirêkê ew e ku dixwazin Kurdan bikin koleyên xwe û koka wan biqelînin.”