Li Başûrê Kuridstanê proseya propagandaya giştpirsiyê dest pê kir û dê 18 rojan berdewam bike.
Li gorî dema ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kuridstanê ve hatiye destnîşankirin, îro, proseya bangaşe an ku propagandaya ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Ev prose dê heta roja 22ê îlona 2017ê berdewam bike.
Ji îro û pêve, dê partî û aliyên siyasî û herwiha hemwelatî bikarin ji bo giştpirsiyê propagandayan bikin. Heta niha 9 qeware û rêxistinan ji bo çavdêrîkirina proseyê navên xwe tomar kirin.
Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, nêzîkî 5 milyon û 500 hezar kes xwedan mafê dengdanê ne. Ji bo dengdanê jî li seranserê Başûrê Kurdistanê 46 hezar sindoq hatine amadekirin.