Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah radigihîne ku, pêkanîna giştpirsîyê binpêkirina destûra Iraqê nîe. Binpêkirina zêdetirî 55 madeyên destûra Iraqê ye. Sedem vê yekê Herêma Kurdistanê bijardeya giştpirsî û serxwebûnê hilbijart.”
Umêd Sebah di Rûdaw TVyê da diyar kir: “Girêbesta yasayî û siyasî ya navbera Bexda û Hewlêrê hatiye binpêkirin û ji ber vê jî mafê Herêma Kurdistanê heye ku ji bo çareseriyê rêyeke din hilbijêre.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê dixwaze bi gotûbêja aştiyane bigihîje çarçoveyeke guncaw û destnîşan kir, ku armanca Kurdistanê ew e ku rê li ber tundî were girtin û herwiha Bexda û Hewlêr bibin du cîranên baş.
Sebah li ser nîgeraniya Serokê Cebheya Tirkmenî Erşed Salihî ku di derbarê giştpirsiyê de helwesta negatîv nîşan daye, wuha got: “Li gel pêkhateyên din me dest bi gotûbêjan kiriye û bi serokeşîrên parêzgeha Neynewayê civînan li dar dixin. Ji bo ku Serokê Herêma Kurdistanê li gel pêkhateyên Kerkûkê civînan pêk bînin, niha em li benda vegera Parêzgarê Kerkûkê ne ku li derveyî welat e.”