Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netayahu ragihand ku pêwîst e Kurd jî bibin xwedî dewlet. Netenyahu tekez kir, ku ew piştgirî didin serxwebûna Kurdên Iraqê.
Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu roja 10ê Tebaxa 2017ê li gel şandeke mezin a kongrêsmanên amerîkî, ku ji 33 kongrêsmanan pêkhatibû, hevdîtin kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Îsraîl Jeraslem Post, Netanyahu di civîna li gel kongrêsmanên amerîkî ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê piştgiriya Îsraîlê aniye ziman.
Serokwezîrê Îsraîlê ragihandiye: “Pêwîst e Kurdên Iraqê dewleta xwe ya serbixwe hebin, ew aza (wêrek) û qehreman in. Dostên rojava û dostên nirxên rojava û me ne.”