Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne ku, li pêşîya wan ji bilî serxwebûnê, ti rêyeke din nema ye.
Sedem salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Serokê Herêma Kurdistanê û di heman demê de Serokê PDKê, Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî kadro û endam û alîgirên wê partiyê kir.
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de dibêje, serxwebûna Kurdistanê û aştî û pêkvejiyan, armancên Partiya Demokrata Kurdistanê ne.
Barzanî di peyama xwe da wuha dibêje: “PDK her ji destpêka damezrandinê ve û heta niha amrazek bûye ji bo bicihanîna armancên demokratîk û niştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî tevî hêzên din ên têkoşer û niştimanperwer ên Kurdistanê amrazeke berevaniya ji maf û pênaseya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de bûye.
PDK di dirûşm de û di kirdarê de jî pêşeng û hilgirê berpirsatiyê bûye di qonaxên giring ên xebata gelê Kurdistanê û niha jî di qonaxa avakirinê û şerê terorê û avêtina pêngavan ber bi serxwebûnê ve bi şanazî ve xwediyê heman erk û rolî ye û di wê rêyê de gelek qurbanî daye.”
Barzani di dawiya peyama xwe de, daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dike, ku bi hemû şiyana xwe tevî hemû xelkê Herêma Kurdistanê piştevaniyê li proseya serxwebûnê û referandumê bikin dike û dibêje: “Ji bilî serxwebûnê, ti rêyeke din li pêş Kurdistanê nîne. Ew jî ji bo dubarenebûna karesatan û cîbicîbûna aştiyê û vejandinê ye.”