Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Ekaz a Erebîstana Siûdî da di derbarê pêvajoya giştpirsîyê da diaxife û li ser tekilîyên bi Amerîka û dewletên cînar disekine.
Di hevpeyvîna xwe de Serokê Herêma Kurdistanê behsa helwesta PKKê û PYDê ya li hember giştpirsiyê dikin eşkerte dike û dibêje; „ew piştgiriyê didin giştpirsiyê.“
Li ser pirsa “gelo PKK rêxistineke terorîstî ye?”
Barzanî bersiva xwe bi zelalî dide û dibêje: “Em wan weke terorîst nabînin.”
Serok Barzanî di hevpeyvînê da li ser pirseke di derbarê têkilîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê da jî wuha dibêje:
“Li gel Tirkiyê berjewendiyên me yên hevbeş hene. Giştpirsî mafê me yê sirûştî ye. Bi kurdên Tirkiye û Îranê ve eleqeder nîne. Divê ew pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê li gel hikûmetêen wan welatan çareser bikin. Em amade ne hemû alîkariyekê bidin wan.“