Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî careke din tekez kir ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye. Serok Barzanî di derbarê giştpirsiyê da dibêje: “Em henekan bi gelê xwe nakin û giştpirsiyê paşve naxin.”
Mesûd Barzanî, rojekî berê li Hola Sedî Ebdullah a bajarê Hewlêrê li gel zanayên olî civiya û gotarek pêşkeş kir. Di gotara xwe de got: “Giştpirsî ne yê takekesekî ye, yê hemû partiyan û hemû gelê Kurdistanê ye. Giştpirsî ji bo gihitşina serxwebûnê amrazek e ne ku armanc.”
Di derbarê yekitîya Irakê da jî nêrînên xwe careke din dubare kir û ji bo nemana şîrîkatiyê mînaka Artêşa Iraqê anî ziman û got: “Berî rêjeya kurdan di nava Artêşa Iraqê de ji sedî 40 bû. Lê niha ev rêje gelek kêm e û hema bêjin nemaye.”
Di derbarê “bereya na” û helwesta welatên ku daxwaza paşxistina dema giştpirsiyê dikin, bersiv da û wuha got: “Hinek behsa paşxistina giştpirsiyê dikin. Bila bên û ji gelê Kurdistanê re bêjin paşbixin. Ka garantiya paşeroja me çi ye?“