Komeleya Ehmedê Xanî di sala 2013an de li bajarê Rihayê hate damezirandin û ji wê rojê vir de, wek navendeke rewşenbîrî, li ser çand kultur û zimanê kurdî xebatan dike.
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî Mihemed Emin Demir ji bo piştevaniya serxwebûna Kurdistana Başûr ji bajarê Rihaya ber bi Hewlêra paytexta Kurdistanê bir ê ket.
Mihemed Emin Demir nameya ku ji bo Serokê Herêma Kurdistanê nivîsandibû li Hewlêrê teslîmî Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.
Mihemed Emin Demir, di derbarê nameyê da dibêje; „Me ji Serok Barzanî xwest ku qedera reş a kurdan biguherîne. Yekemcar e kurd li Rojhilata Navîn bi referandumê çarenivîsa xwe diyar dikin û dagirkeran mafê kurdan ê çarenivîsê ê dewletbûnê ji destê wan stendine. Bi destê cenabê Serok Mesûd Barzanî wê qedera reş a kurdan biguhere. Me jî di nameya xwe de gotiye û xwestiyê wê qedera me biguherine. Herwiha kurd nemirin, şerpirze û aware nebin.”
Mihemed Emin Demîr dîyar dike ku weke nûnerê Komeleya Ehmedê Xanî ew dê roja referandumê li Hewlêrê amade bin.
Birêz Mihemed Emin Demîr her wiha nivîskarê malpera www.navkurd.net’ê ye…