Hoşyar Zêbarî diyar dike ku, ji bo çalakirina Parlamentoya Kurdistanê PDK dê li gel Tevgera Goran jî rûne lê eger Tevgera Goran ev yek qebûl neke, dê PDK û YNK bi hevre dest bi karê parlamentoyê bikin.
Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî behsa naveroka civîna Civata Bilind a Referandûmê, geşedanên derbarê referandûmê û herwiha helwesta welatan kir û got: “Parlamento felc bûye û karên wê birêve naçin. Çalakkirina parlamentoyê ji bo berjewendiya Kuridstanê ye. Eger parlamento çalak bibe, asta rewabûna referandûmê jî zêdetir dibe. Ji bo çalakkirina parlamentoyê û herwiha bê merc vegeriyana wezîrên Tevgera Goran, gelek kar hatiye kirin. Divê rewş li ber çav bê girtin ku referandûm were kirin. Piştî hilbijartina serok û rêveberiya nû divê Tevgera Goran bersiva pêşniyaran bide. Eger Goran amade nebe wê demê PDK dê li gel YNKê parlamentoyê çalak bike.”
Hoşyar Zêbarî, di derbarê helwesta welatan a li hember referandûma Başûrê Kurdistanê jî diyar kir û got: “Ti welatek nabajê ez li dijî diyarkirina mafê çarenivîsa kurdan im. Tenê berdevkekî Wezareta Derva ya Îranê gotine em li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ne. Beşek ji welatên din jî dibêjin ku ew dema referandûmê guncayî nabînin.”
Li ser helwesta Amerîkayê jî Zêbarî wuha got: “Amerîka heta niha 2 tiştan dibêje, ya yekemîn dibêje dem ji bo referandûmê ne guncayî ye. Ya duyemîn jî dibe ji ber referandûmê destê Heyder Ebadî ji bo hilbijartên dema pêş, lawaz bibe.”