Sînemakarê kurd Teymûr Qadirî, piştî berhemanîna fîlma xwe ya bi navê “Masiyê Mezin” nasnavê “Balyozê Kûltûrî yê Neteweyên Yekgirtî (NY)”, wergirt.
Rêxistina Perwerde û Çandî ya ser bi UNESCO ya Neteweyên Yekgirtî ve, bi daxuyaniyekê fermî sînemakarê ciwan ê kurd Teymûr Qadirî, bi wergirtina nasnavê “Balyozê Kûltûrî yê NY” destnîşan kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Teymûr Qadirî ji ber kutefîlma xwe ya bi navê Masiyê Mezin hêjayê vê nasnavê hatiye dîtin.
Naveroka fîlma Teymûr Qadirî li ser çîroka xeniqîna zarokê kurd Alan Kurdî ye, ku li ser rêya koçberiyê, li Deryaya Egeyê de canê xwe ji dest dabû. Vê filmê bala rêxistina perwerde û çandî ya NY kişandiye
Teymûr Qadirî ji bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê ye û xwedanê çendîn kurte fîlman e. Fîlmên weke “Hinar fêkiya beheştê ye, Li banê mala me didin, Demjimêr, Himbêz û Masiyê Mezin filmên navdar ên Qadirî ne.