Gor ragihandina Koşka Kremlinê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn peymana bicîhkirina hêzên çekdar yên Rûsyayê li Sûriyê, pesend kir.
Serokê Rûsyayê, beriya mehekê ew peyman rêkiribû Parlamentoya Rûsyayê ji bo bi hurî li ser gotûbêj werin kirin û dengdan li ser bê kirin.
Ev peyman di navbera Federasyona Rusyayê û Komara Erebî ya Sûriyê de, di 26 ê Tebaxa 2015ê de li Şama paytexta Sûriyê hatibû îmzekirin.
Di peymanê de hatibû destnîşankirin, ku divê hêzên çekdar ên Rûsyayê heta 18 Çileya 2017ê li Sûriyê bimînin.
Niha li Sûriyê du barergehên serekî yên Rûsyayê hene. Barergehek li Tatrûsê û yek jî li Laziqiyê ye.
Blafirên ku li wan berargehan hatine bi cîhkirin ev in: Su 35 ,27, 34 ,24 û Sû-25 in
Helîkopterên ku Rûsyayli wan barergeha bi cîhkirin jî ev in: KA -52, Mî -8, Mî -24.
Herwiha balafirên bê pilot ên Orlan – 10, Aileron-3, Bee-1T û Watch-100, li gel mûşekên S-300 û S-400 yên li dijî balafiran û mûşekên balestîk li Sûriyê hatine bicîhkirin.
Li gorî peymana ku Rûsya û Sûriyê li hev kirine, hêzên Rûsyayê dê 49 salan li wan barergehan bimînin.
Di heman demê de bi awayeke otomotîkî ew peyman dê ji bo heyama 25 salên din jî were direjkirin. Herwiha, li gorî peymanê, eger aliyêk bixwazê peymanê hilwaşîne, divê beriya salekê aliyê din agahdar bike, ku ew dixwazê peymanê hilwaşîne .