Bedevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di rojên pêş de, derbarê mijara referandûma Başûrê Kurdistanê de dê hinek rênimayan ji bo mizgeft û cihên olî bişînin.
Piştî destnîşankirina dema referandûma Başûrê Kurdistanê, mamostayên olî jî derbarê vê mijarê de nêrîn û helwesta xwe derdibirin.
Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kuridstanê xwe amade dike, di rojên pêş de li ser vê mijarê hinek rênimayan ji mizgeft û cihên olî re bişîne.
Berdevkê Wezareta Ewqaf Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl radigihîne: “Bi hemû hêz û şiyana mamostayên olî, bi dengê “Erê” beşdarî proseya referandûmê dibin. Em beşdarbûna referandûmê weke erkekî olî, nîştîmanî û neteweyî dizanin. Di demeke pêş de jî em ê derbarê vê yekê de rênimayên pêwîst ji mizgeft û navendîn olî re bişînin.”
Gelek mamostayên olî beriya niha helwesta xwe ya derbarê beşdarbûna referandûmê de eşkere kiribûn.
Rêberê rewta selefî li Herêma Kurdistanê Ebdûlletîf Selefî dibêje: “Ez weke bazareke siyasî li referandûmê nanêrim. Ev pirs ji bo serxwebûna gelê kurd tê kirin. Ez ji sedî 100 piştgirî didim serxwebûnê. Ew kesên hez nakin ev gel serbixwe be, diyar e ne kurdên resen in.”
Li welatên krîstiyan û misliman jî mamosta û kesayetên olî di proseya referandûmê de roleke berçav lîstine.