Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîakyê Brett McGurk di hevdîtinê de li ser referanduma Başûrê Kurdistanê axivîn û tekezî li ser wê çendê kirin ku li ser mijara referanduma Başûrê Kurdistanê her du alî dê li ser pêwendî û şêwirîna bi hev re berdewam bin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî Brett Mcgurk û şandeke pê re kir, ku ji Balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman û Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê bi Wekalet li Hewlêrê Henry Hagard û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê pêkhatibû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe belav kiriye û tê de radigihîne, di hevdîtinê de, Mesûd Barzanî û Brett McGurk li ser rewşa meydaniya eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê li Musilê, qonaxa piştî DAIŞê û gefên gotûbêj kirin.
McGurk rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan û Artêşa Iraqê di têkşikandina terorîstan û operasyona azadkirina Musilê de bilind nirxand û tekezî li ser wê yekê kir, ku hebûna hemahengiya kêmhempa ya di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan deserkevtina mezin pêk aniye.
Li gorî daxuyaniyê, her di vê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de, rewşa siyasî û ewlehiya Sûriyê û hewlên Amerîka û hêzên din ji bo rizgarkirina Reqayê nirxandin.
Nûnerê Donald Trump, Bret McGurk herwiha spasiya taybet a Amerîka pêşkêşî Barzanî kir, ku Herêma Kurdistanê hêsankariyên mezin ji bo derbasbûna hevkariyên mirovî ji bo xelkê lêqewimiyê Sûriyê pêk ankiye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê aşkere dike ku, di beşeke din a vê hevdîtinê de Barzanî û McGruk bi dûr û dirêjî derbarê referandum û pêngavên gelê Kurdistanê yên ji bo serxwebûnê de gotûbêj kirine û hizir û ramanên xwe bi parve kirine.
Her li ser mijara referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, her du aliyan tekezî li ser wê yekê jî kirine ku di derbarê vê mijarê de her du alî li ser peywendî û şêwirînên bi hev re berdewam bin.