Şaredarê Mêrdînê û yê berê siyasetmedar Ahmet Turk got divê hemû partiyan Kurdan bi hev re bixebitin.
Şaredarê Mêrdînê û yê berê siyasetmedar Ahmet Turk ji Rûdarwê re eşkere kiriye ku ew bi hemû aliyên siyasî ên aştîxwaz û demokrasîxwaz re di nava xebateke de ne.
Turk diyar dike ku ji bo firehkirina qada demokrasiyê û jiyana hevpar pêdivî bi aştî û çareseriya pirsa kurd heye.
Turk dibêje, ew dixwazin ku hemû partiyên din ên Kurdan jî beşdarî vê hewldna nû bibin û ewê ji bo vê jî xebatê bikin.
Turk aştiya navxweyî ya kurdan bi girîngî dinirxîne û dîyar dike ku pêdivî bi diyalog û tahamûlê heye.
Mixabin, Turk navê partîyan na de ku kijan partî partîyeke Kurd an jî partîye ke Tirk e…