Berpirsa Ofîsa Karûbarên Penaberan a Komîsyona Netewên Yekbûyî li parêzgeha Duhokê, Ann Dollan dîyar dike ku, Herêma Kurdistanê baştirîn dever bû ku pêşwazî li koçberên Sûriyê kiriye.
Ann Dollan di daxuyaniyekê xwe da dibêje, tevî ku krîza aborî li Herêma Kurdistanê heye, lê Kurdistanê baştirîn pêşwazî li koçberan kiriye. Dollan tekez kir, ku Herêma Kurdistanê rê daye koçberên Sûrî ku bi azadî hatin û çûnê bikin û derfetên kar jî li ber wan vekirî ne.
Ann Dollan diyar dike: “Herêma Kurdistanê baştirîn dever bû ku pêşwaziya koçberên Sûriyê kiriye. koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê dikarin bi azadî çûn û hatinê bikin, herwiha dikarin derfetên kar ji xwe re peyda bikin, ji aliyekê din ve koçberên Sûrî jî bandoreke wan a erênî jî li ser civakê hebûye. Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke baş ji koçberan re kiriye tevî kirîza aborî û siyasî li Herêma Kurdistanê heye.”