Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê, di derbarê îdîayên belyozê berî yê Iraqê li Washingtonê Loqman Feylî da daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyanîyê da tê gotin ku: “Navborî ne berdevkê rêveberiya Amerîkayê ye, ku bi navê wan daxuyaniyan bide!
Em ji bo raya giştî eşkere dikin, ku di tevahî hevdîtinên Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yên ligel berpirsên bilind ên Amerîkayê de, hevsozî û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo daxwazên gelê me hatiye dubarekirin. Herdu aliyan jî tekezî Ii ser wê yekê kirine ku, divê hemû pirsgirêk bi hev bên fêmkirin û bi şêwazên aştiyane werin çareserkirin.”
Di daxuyaniya xwe de herwuha tê gotin ku: “Balyozê berî yê Iraqê li Washingtonê beşdarî hevdîtinan nebûye. Agahdarê naveroka van civînan jî nîne, ku bi navê wan daxuyaniyan bide. Bêguman dezgehên rêveberiya Amerîkayê hene ku, ancax ew helwesta fermî ya wî welatî radigihînin. Heta niha jî ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve daxuyaniyên bi vî awayî nehatine dayîn.”
Di daxuyanîyê da qala giştpirsî û serxwebûnê tê diyar kirin: “Mijara referandûm û serxwebûnê bi daxwaza gelê me ve eleqeder e. Biraya dawî jî ya hemwelatiyên Kurdistanê ye.”
Wek tê zanîn, Loqman Feylî, belyozê berî yê Iraqê li Washingtonê îdia kirîye ku: “Gotinên ku dibêjin, rêveberiya Amerîkayê dijberiya xwe ji bo giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî re ragihandiye, ne rast in.”