Almanya hêzên xwe ji baregeha leşkerî ya Încîrlîkê ya li Tirkiyê şûnda dikişînin.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabiyel roja duşembiyê serdana Tirkiyê kir û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî.
Sigmar Gabriyel piştî civîna xwe ya di konfranseke hevbeş a rojnamevaniyê de, li ser mijara hebûna hêzên leşkerî yên Almanya li baregeha leşkerî ya Încîrlîkê û krîza navbera Berlîn û Enqerê ya derbarê Încîrlîkê de axivî.
Gabriyel ragihand, bi berdewambûna wan helwestên Tirkiyê yên li hember hêzên Almanya yên li baregeha leşkerî ya Încîrlîkê, ew neçar dimînin ku hêzên xwe ji xaka Tirkiyê û wê baregeha leşkerî derxînin.
Gabriyel bi gotina, Tirkiye rêgirî û astengiyan li pêşiya serdana parlamenterên Almanya bo baregeha leşkerî ya Încîrlîkê û dîtina serbazên wî welatî yên li wê baregehê derdixîne, da xuyakirin. Artêşa Almanyayê di bin çavdêriya parlamentoya wî welatî de ye û pêwîst e parlamenterên almanî bi awayekê berdewam serdana hêzên leşkerî yên wî welatî bikin.
Tirkiye jî bi sedemên ewlehiyê rê nade ku parlamenterên Almanya serdana Încîrlîkê bikin.
Wezîrê Derve yê Almanyayê berî çûyîna xwe ragihandibû ku, ji bo pêwendiyên wan baş bibe, rserdana Tirkiyê dike.