Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa îro jiber nexweşiyê û di temenê 73 saliyê de koça dawî kir.
Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19ê Gulana 2017ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.
Berdevkê Fermî yê Tevgera Goranê Şoriş Hacî di daxuyaniyekê ku ji televizyona fermî ya vê tevgerê ve hat belavkirin, ku Newşîrwan Mistefa îro înê 19ê Gulanê di saet 08:00ê serê sibê koça dawî kir.
Şoriş Hacî di daxuyaniya fermî ya bi navê Tevgera Goranê ve, hevxemiya xwe û Tevgera Goranê li gel malbat û kesûkarên Newşîrwan Mistefa anî ziman.
Hacî herwiha destnîşan kir, ku Goran dê li ser rêbaza wê serkirdeyê mezin ji bo xizmeta neteweya Kurd berdewam be.
Newşîrwan Miseta yek ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû, ku heta sala 2006ê endamê polîtboruya YNKê bû.
Piştre Newşîrwan Mistefa ji nav refên YNKl veqetiya û di sala 2009ê de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çê kir, ku wê lîsteyê di hilbijartinan de serkevtinek mezin tomar kir û 24 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.
Newşîrwan Mistefa sala 1944 li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.
Sala 1967ê li Fakuleta Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.
Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960î ya sedsala bihorî de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964 de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.
Sala 1967ê bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtboruyê.
Herwiha di sala 1969ê de xwedî îmtiyazê Kovara Rizgarî bûye.
Di destpêka salên 1970î de çûye Nemsayê û masternameya xwe di Yasaya Navdeweltî li wî welatî bi dest xistiye.
Yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û heta sala 2006ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûye.
Di sala 2006ê de dest ji karê hizbî di nav refên YNKê de anî û paşê şîrketa Wûşe (bi wateya peyv) damezrand.
Di sala 2009ê de ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê lîstek bi navê Goran pêk anî.
Xwediyê çendîn pirtûkan di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de ye.
Sala 1981ê jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê du kuran bi navê Nima û Çiya û keçekê bi navê Çira ye.