Angorî çavkanîyên dîrokî koka Kurda heta pênc hezar sal berê diçe. Milletê Kurd, kêm zêde pênc hezar sale li ser erd û axa welatê xwe, li mezrabotan dijî û milletekî dîrokî û herî kevnare. Xwedî dewleteke serbixwe nebe jî, heta roja îro li ser axa xwe wunda nebûye û bi kevneşopiyê xwe dijî.
Mixabin qedera milletê torinî û dîrokî n îro ketiye destê nezan û bêkesan, ew jî ketine bin destê neyarên xwe, bûne listokên dagirkeran. Dewletên dagirker saya wan zordarîya xwe didomînîn.
Mirov li sîyaset û dawwazên wan mêze dike, tu dibêjî qey, li dinyayeke din dijîn. Tişten ku dixwazin, ne ku di nav kurdan da, di nav tu civakekî dinê da jî nayê dîtin.
Gotineke pêşîyan heye, dibêjin, „Serê wî girtî, qûna wî vekirîye“.
Dewlet li alîkî bi rîya olî û tarîqatan bi Kurdan ra dilîze, li alîkî ji bi rîya kemalîzmê. Kurdên belengaz bi navê sîyaseta Kurd li pêy lîstokên dagirkeran diçin û ji kurd û kurdayetîyê dûr dikevin.
Ji Tirkan ra dewleteke demoqratîk dixwazin, ji xwe ra bêdewletîyê. Mala xwe xirab kirine, dixwazin mala hemû kurdan jî xirab bikin.
Dibêjin em ji kurdan ra dinyayeke bê dewlet, bê jin, bê mêr, bê axa û bê patron dixwazin.
Mirov dinyayeke bê patron û bê axa, heta bê dewlet jî fêhm dike, lê bê jin û bê mêr, wek tê zanînê ku xêncî kurdan kes fêhm nake.
Rêvebirên KCK vê yekê di rojname û televizonên xwe da eşkere dibêjin, kes tiştekî nabêje, dema ku mirov qala gotinên wan bikê, wê gavê jî murîd eciz dibin û dibêjin hûn çima vê yekê dibêjin.
Kurdên belengaz jî bê deng bê xwedî û bê alternatif li pêy wan dimeşin, ruh û can didin xeletîyên wan.
Dermanê çareseriyê xeta neteweyî ye. Her millet çand û huner û ziman û dîroka xwe tê naskirin. Wek hîm, niştiman, ziman, al, netew, çand, folklor û hwd.
Mixabin, iro li bakur ji van xala bi giranî qet yek nayê cîh. Heta li dijî Ala Kurdistanê jî neyartîyekî mezin tê xuyakirin.
Zimanê kurdî hema hema hatiye jibîrkirin. Bi giranî zimanê tirkî li herderê bakur bi rêze fîlma û bi propagandaya biratiya gellan bûye zimanê siyasetê û zimanê serdest.
Niştimanî û neteweyî ji bo kurda bûye wek tirs û xof, bi destê kesên bê esil û nezanan hatiye qedexekirin.
Lê sed car mixabin îro li bakurê Kurdistan, bi hezaran kurd edî bûne wek piştgirî û parazvanên rejîma Kemalist. Sedem vê yekê ji Tirkan ra komareke demokratik û welatek hevpar dixwazin, ji xwe ra jî dinyayeke bê dewlet û bê jin û bê mêr.
Kesên bêkok û bê esil, bi navê kurdan sîyasetê dikin û qise dikin, kurdên belengaz jî li devê wan mêze dikin.
06.05.2017
siracoguz@web.de