Mehekî berê, li Akademîya Sînemayê ya li bajarê Ludwigsburgê belgefîlmeka ya bi navê „Dil Leyla“ temaşe kir.
Rejîsorê belgefilmê Keça Kurd Asli Ozarslan e. Belgefilm ji salên 1990’î vir da bûyerên ku li Cizîra Botan qewimîne, di şexsîyeta Şaredara bajêr Leyla Îmret da nîşan dide.
Belge film ji keda sê jinan pêkhatîye.
Rejisora wê Asli Ozarslan, Çêkerê wê Sabrina Proske, Kameraman ji, Carina Neubohn e.
Heta çend sal berê Kurdên Welatparêz gilî û gazinên xwe dikirin û digotin, „dîroka me jî ji alîyê neyarê me va hatîye nivîsandin“ û xemgînîya xwe dianîn ziman.
An jî bi pirtûka Harold Pînter û Henry Muller a bi navê „Zimanê Çîya“ nivîsandibûn, şa dibûn û kefxwaşîya xwe bi der dora xwe ra parve dikirin û digotin, „êdî dinya me nas dike, ji îro ve şûnda tu kes nikare pêşî li me bigre!“
Di nav pênce salên dawîyê da, dinya bi hêzekî dijwar guherî.
Bi bayê guhartina dinê ra, Kurd jî guherin, ji xewa mirinê hîşyar bûn û bixwe hatin.
Zarokên ku di nav van pênce salên dawîyê da, ji dayîk bûn, xwendin, çand û hunera xwe, dîroka xwe, kul û keserên xwe naskirin û bi wan ra mezin bûn.
Îro jî dest pê kirine ku, dîroka xwe ji nû va bi xwe dinivîsînin.
Dîroka bi şer û kuştin…
Dîroka bi wxîn û girî…
Dîroka bi şîn û sahî…
Asli Özaslan jî ji wan yek e ku, bi filma xwe ya bi navê „Dil Leyla“ berê neynika destê xwe vegerandîye Cizîrê, Cizîra Botan, ji salên 90’î vir da, zilm û zordarîya dewletê ya li bajarê qedîm qewimîye, di şexsîyeta Şaredara Cizîrê Leyla Îmret da nîşan dide û li dinyayê dide temaşekirin.
Mirov dema ku bi filma Asli’yê ra dikeve rêwîtîya nav Cizîra Botan a ji salên 90’î va, di wê rêwîtîyê da, Şahîya Newrozê ya bist sal berê dibîne û pê şa dibe.
Daxwazên Kurdan ên wê demê dibihîze û xemgîn dibe.
Bi kuştina keç û xortên Kurdan va dikewice.
Bi hincirandina kal û pîr û zarokên ku di nav lepên panzerên dewletê da can didin, dibîne, digrî û hêsiran dirijîne.
Bi berxwedan û serkeftina Kurdan yên di şahî û hilbijartinan da dibîne, hêsirên xwe paqij dike û dikene.
Bi dîtina xanîyên hilweşandî û wêranbûna bajêr va, neyarê xwe nas dike û cîhê xwe kifş dike.
Wek kurdekî ku li bûyerên pence salî vir da şahiditîyê dikim, dikarim bibêjim ku Asli Özarslan, bi vî fîlma xwe, ji bûyerên ku li Cizîra Botan qewimîne, tenê ji sedî yekî nîşan bide jî, dîroka Kurd a nêzik qeyd kirîye û bi zindî nivîsandî ye.
Ez wek kurdekî, bi xebata Asli Özarslan û yên keç û xortên weka wê ra serbilindim.
Ew bi xebatên xwe va dîroka gelê xwe, ji nûva dinivîsînin û ravayî dinyayê didin.
13.05.2017
ikramoguz@navkurd.net