Kîngê ji sîyaseta Kurd, Kurdên ku di hin rawestgehên nawendî da ji sîyaseta Kurd û Kurdistanî dûr dikevin û nêzikî neyarê xwe dibin, dibînim û eciz dibim, xwe davêjim ber bextê dengbêjan û li wan guhdarî dikim.
Bi kilam û stranan birînên xwe disotînim û radibim ser xwe.
Berê xwe didim nav gûlîstanên edebîyata Kurdî ya devki.
Li gotinên pêşîyan digerim…
Di wan gotinan da xwe dibînim, jîyan û sîyaseta civatê, civata Kurd dibînim.
Rastî û durûtî, dizî û çilpizî, bîr û bawerî, mêr û jin, serdest û bindest, tiştên ku bi mirov û mirovatîyê va girêdayî, ew hemû di nav gotinên pêşîyan da, gotinên ku wek ava zelal diherikin, tên dîtin…
Ji bo têkîlîya jin û meran;
Jina xirab ketîye dest merê çê, ne tê kuştin ne tê berdan!..
Mirov dikarê vê pêşgotine wuha jî buguherîne;
Mêrê xirab ketîye dest jin a çê, ne tê kuştîn ne tê berdan!..
Ji bo wekhevîtîya jin û mêr;
Şêr şer e, çi jin e çi mêr e!..
Mêr çem be, jin behr e!..
Ji bo civateke vekirî;
Çêleka bi dizî were ga, aşkere dizê!..
Dawîya derewan hata nîvê şevê ye!..
Li ser dewlemendî û feqîrtîyê;
Hê hesp tu ne, lê afir jê ra çê dike!..
Bêrika feqîran vala ye, qelbê wan tijî ye!..
Ji bo jîrtî û teralîyê;
Heger havînê tu li ber sîyê pal bidî, tu yê zivistanê jî zikê xwe mist bidî!..
Yê havînê serê wî kelya ye, zivistanê kasika wî dikele!..
Ji bo çavnebartî û çavbirçîtîyê;
Tu ji min ra çi dixwazî, bila Xwedê du qatî wî bide te!..
Pîrê bawer nedikir mêr bike, mer kir niha dawa heftik û heyştikan dike!..
Ji bo tirs û cesarêtê;
Berxê nêr ji bo kêr e!..
Ji şertên mêranîyê 99 neh, rev e!..
Ji bo axa û xulaman;
Malê axa tere, canê xulam derdikeve!..
Jib o şêx û melan;
Mirudê nezan şêxê xwe şaş dike, şêxê nezan mirudê xwe di erdê da kaş dike!..
Xwarina xweş cemaatê dikşîne ser sifrê, melayê şaş cemaatê dibe ser kufrê!..
Îro jî evqas bes e.
Li pêy van gotînên xweş, dixwazim bi pirsek B. Franklin nivîsa xwe biqedînim.
“Di kesên din da qencîyê, di xwe da li xirabîyê bigerin.“
03.05.2017