Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ya vejînê û avedankirinê ve pêngavan davêje û tekez kir, sermayedarên biyanî vegeriyane Kurdistanê û dest bi tevgerên xwe yên bazirganî û weberhênanê kirine.
Li bajarê Hewlêrê hotela duyem a şîrketa holding a Rotana ya bi navê Hotêl Ercan Rotana bi merasîmekê hat vekirin. Hotêla nû ya Rotana hotêlek 5 stêrî ye û 40 milyon dolar ji aliyê sermaydarên biyanî ve ji bo avakirina wê hatiye xerckirin.
Di merasmîna vekirina hotêla nû ya Rotana de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Tûrîzmê yê Lubnanê Avîdîs Gînadiyan û serok û rêveberên çend şîrketên mezin ên lubnanî û çend rayedarên hikûmetên Kurdistanê û Lubnanê amade bibûn.
Di merasîma vekirina vê hotêlê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û têde behsa avedankirina Herêma Kurdistaê di heyama 10 salên derbasbûyî de kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê bi baweriya bi xwe ber bi pêş ve pêngavan dihavêje û diyar kir, Kurdistan nêzîk e ji wê krîza ku rastî wê hatiye, rizgar bibe.
Barzanî got, Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxeke nû ve pêngavan dihavêje û tekez kir, ku sermayedar û weberhênerên biyanî cardin vegeriyane Herêma Kurdistanê û tevgera bazirganî li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê karê weberhênanê li Herêma Kurdistanê de axivî û destnîşan kir, Herêma Kurdistanê cihekî baş e ji bo weberhênanê.
Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyana xwe ve hêsankariyan ji bo weberhênerên biyanî dike.
Derbarê projeyên weberhênanê yên ku di heyama 10 salên bihorî de li Kurdistanê hatine cîbicîkirin jî, Barzanî aşkere kir, ku “di heyama 10 salên derbasbûyî de, li Herêma Kurdistanê hejmara xwandingehan ji 3,200 xwandingehan ve bûye 6,000 xwandingeh, hejmara nexweşxaneyan ji 14 nexweşxaneyên hikûmeta ve bûye 65 nexweşxane û hejmara nexweşxaneyên taybet jî ji 8an bo 55 nexweşxaneyan zêde bûye.”
Barzanî herwiha got: “Di heyama 10 salên bihorî de zêdetir ji 16 ,400 km rê li Kurdistanê hatiye çêkirin. Herwiha 200,000 xanî û mal hatine avakirin, ku 50 hezar ji wan ji bo xelkê kêmdahat (hejar) bûye.”
Li ser asta xwandevaniyê jî, Barzanî diyar kir, rêjeya xwandevaniyê li Herêma Kurdistanê ji %53 bo %83 zêde bûye.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa pêkanîna guhertin û çaksaziyan jî kir û got, hikûmet çaksaziyên rasteqîn pêk tîne û sektorên çandinî, tûrzîm û pêşesaziyê pêş dixe.
Rudaw