Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cînareka baş dê ji peywendiya wekî di navbera kirêdar û xwedan xanî de baştir e.
Li Zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê îro konferansa bi nave “Herêma Kurdistanê li Hember Du Rêyan” dest pê kir û biryar e ji bo dema du rojan berdewam be.
Di destpêka konferansê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku serxwebûna Kurdistanê dê hemû aliyên Kurd kom bike û armanca wan ji referanduma serxwebûna Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku teror gefeke navdewletî ye û herkesî li xwe digire. Barzanî bal kişande ser pirsgireka terorê ku, Kurd li beramberî gefên terorê xweragir bûn.
Barzanî behsa statûya Herêma Kurdistanê kir û got pêwîst e qonaxa bê, qonaxa binyadkirina neteweyî be.
Di gotara xwe de Barzanî wiha got: “Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cînareka baş, dê ji peywendiya wekî di navbera kirêdar û xwedan xanî de baştir e. Peywendiyên niha ne jib o Kurdistanê ne jib o Bexdayê baş e. Kurdistana serbixwe dikar e bibe çareseriya hemû pirsgirêkan.”
Serokwzîr bal kişand li ser vê yekê jî ku ev firsenda niha ketiye destê Kurdan, ti caran qet çênebûye. Barzanî got; „rojên zehmet xilas dibin û divê hemû alî xwe ji qonaxa paştir e amade bikin.“