Şanda Herêma Kurdstanê li Washingtonê ligel Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Amerîkayê Herbert Raymond McMaster hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de pêşkeftinên dawîn ên li Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Şanda Herêma Kurdistanê, ku ji Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kuridstanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman, pêk hatiye, roja Duşemê 15-05-2017 li Koşka Spî ligel Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Amerîkayê Herbert Raymond McMaster kom bû.
Derbarê naveroka hevdîtinê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman got, ku di hevdîtnê de pêşkeftinên dawîn ên li Kuridstanê û Iraqê hatiye gotûbêjkirin.
Di civînê de herwiha Şêwirmendê Bilind ê Koşka Spî Jared Kushner û Şêwirmendê Ewlekariyê yê Koçka Spî Tom Bossert jî amade bûn.
Şêwirmendiya Ewlekariya Nîştîmanî ya Amerîkayê, yek ji post û erkê herî giring a Koşka Spî ye. Beriya ku serokê Amerîkayê derbarê mijarên giring de biryaran bistîne, ligel vî saziyê dişêwire.