Kîngê li ser partîyeke Kurd yên bêhêz nivîsek binivîsim, çend berdevokên wan, xwe wek xwedîyê Kurdistanê û rêvebirên gele Kurd dibinîn û bilind bilind davêjin. Ji bo vê yekê bi rastî, min nedixwest îro vê nivîsê biniwîsînim.
Mixabin carcaran, wêneyek bala mirov dikişîne, bi kişandinê jî nasekine, tê dikeve çavê mirov.
İsrar dike û dibêje, „li min baş binêre, min di mêjûyê xwe da qeyd bike û tu car ji bîr neke“.
Du wêneyên konferansa du Partîyên Kurd, weke du kesên Kurd ên bi serê xwe fêm nekin, du partîyên Kurd, du partîyên navxweş û navmezin, PAK û PSK ya li ser referanduma Tirkîyê jî, ji wan wêneyan yek in.
Sibe sibe, dema ku min ew wêne di Rudawê da dîtin û li agahîya di derbarê konferansê nihêrî, wêne bi xwe hatin ziman û ji min ra gotin, „çavê xwe veke û li me baş binêre, binêre ku, me tu car ji bîr meke, heger ku bi bîra xwe nebawerî, çend hevokan binivîse û me qeyd bike!“
Min jî dev ji xwendina agahîya di derbarê konferansê da hatibû nivisandin, ber da û dûr û dirêj li her du wêneyan temaşe kir.
Bi rastî di kurahîya wêneyan da min gelek tiştên balkêş dîtin.
Min di wê kurahîyê da, çend hevalên xwe yên kevn dîtin, xewn û xeyalên min ên bi salan berê, ew xewn û xeyalên ku be bi hev ra dîtibûn, ketin bîra min.
Hinek nas û dostên kevn bala min kişandin.
Xêncî wan tu kesekî xerîb, kurdên ku li Amedê dijîn, ji wan kesên ku ez nas nekim, tu yek nedixwîya.
Ji ber ku di wêne da ne gel bi xwe, ne jî sîya gel cîh digirt.
Ji dûr va, di kurahîya wêne da û li paş Ala Rengîn a di eywanga konferansê daleqandî da sîya gel bixwîya jî, te digot qey hemûyan berê xwe dane aliyeke din û pişta xwe dane konferansa du partîyan, du partîyên navxweş û navbilind…
Guhê xwe jî dane ber bayê derê biharê û gotinên her du serokên her du partîyan jî di guhe kî wan da dikevin hundur û di yên din da derdikevin, di nav bayê biharê da wunda dibin.
Dema ku min ev her du wêne dîtin, ev hevoka dawîyê, bêhemdî ji devê min derket, bi derketinê va rûpelek vala vekir û nivîsand.
Weyla li minê, hevalên minên kevn, bi çend hevalên xwe yên nû ra rûniştine û banga boykotkirina referandûmê li gel dikin, gelê ku di wêne da nexwîyayî, li alîkî encama referandûma Tirkîyê diguherînin, li alîyê din jî qedera me hemûyan!..
09.04.2017
ikramoguz@navkurd.net