Serokê Amerîka Donald Trump rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed tumetbar dike û dibêje: “Rêjîma Esed bi karanîna çekê kîmawî hemû hêlên sor derbas kirin.”
Donald Trump, „rêjîma Esed bi êrîşa ku tê de bêhtir ji 70 kesî canê xwe jidest dan, ku piraniya wan jî zarok bûn, gelek hêlên sor derbas kirin“ got û , ewê di derbarê Sûriyê û Esed dehelwesta xwe biguhêre.
Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê bikaranîna çekê kîmawî li Idlibê de, projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kirin, di projebiryara Amerîka, Brîtanya û Fransayê de hatiye dîyarkiirn ku, divê rêjîma Sûriyê plana firokeyên xwe ya roja Sêşemê (Roja Êrîşa kîmawî) ligel navên hemû fermandarên refên helîkopteran pêşkêşî Komîta Lêkolîna Navdewletî bike.
Ji aliyê din ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyê Cînadî Catîlov ragihand, heger dengdan li projebiryara Amerîkî, Brîtanî û Fransî were kirin, ewê Veto li dijî wê projebiryarê bikar bînin.
Ev cara yekem e ku Amerîka rêjîma Esed bikaranîna çekên kîmawî tawanbar dike, ji sala 2013an ve, ku bi sedan kes li derdora Şamê bi di êrîşeke kîmawî de canê xwe jidest dabûn. Wê demê jî Serokê Amerîka Barack Obama gotibû, “Esed hêlên sor derbas kir”.