Referandûma Tirk a, ya 16’ê Nîsanê li paş ma.
Tirk, çep û rast li ser dewleta xwe…
Kurd, Kurdên ku heta roja 16’ê Nîsanê ji bo „erê“ û „na“ xwe diqelaştin, ew jî li ser qûna xwe rûniştin.
Bi encama referandûmê ra, ne ji bo kurdên ku di hilbijartinê da „erê“ gotibûn tiştek guherî, ne jî ji bo kurdên ku „na“ gotibûn, qîyamet qetîya.
Lê weke, gotineke Tirkan, „Alavêre-dalavêre Kürt Mehmet nöbete!“
Çepê Tirkan careke din dîsa fatura têkçûna xwe ji Kurdan ra derxistin, Kurd ji biratîya xwe avêtin.
Di nav pênceûpênc mîlyon hilbijêran da, tenê hilbijêrên Kurd dibînin û bi dek û dolaban dixwazin careke din Kurd têkevin dafikê…
Ku têkçûna wan neyê xûyakirin, sedem dek û dolaban, dewleta wan ji alî dewletên dinê va neyê şermezarkirin.
Heger ku di encama referandûmê da „na“ zêde derketaba û Erdogan û şûrekaya wî têk biçûya, bêşik wê gavê jî wan Kurd wek sedemê têkçûna xwe nîşan didan û ji xwe ra deyndar derdixistin.
Jiber ku ev dewlet, Dewleta Kemalîst sed sale bi Gelê Kurd ra dilîze.
Carcaran bi şer, carcaran ji bê şer…
Were hesabê wê, dibêje, „Kurd himdarê dewletê ne!“
Neyê hesabê wê, dibeje, „Kurd neyarê dewletê ne!“
Carcaran hîmdar binavdike, dilê Kurdên diltenik germ dike…
Di wê dilgermîyê da ger bi navê biratîya olî, ger bi navê biratîya gelan wan dixapîne.
Asîmîle dike.
Bi koka wan ra dilîze.
Ava wan kêm dike, dilçilmisîne.
Davêje newalekî û li ber mirinê dihêle.
Carcaran jî neyar binavdike, dilê Tirkan, Tirkên çep û rast germ dike.
Bi dilgermîya Tirkan radibe şah…
Bi çek û rextan, bi top û tankan, dest davêjê ser gund û bajarên Kurdan.
Keç û xortan dikuje.
Jin û mêran birîndar dihêle.
Kal û pîran koçber dike.
Zarokan davêje heps û zîndanan û ji kokê va diqelîne…
Mixabin, ne bi xapandina bi dek û dolaban…
Ne bi kuştina bi tank û topan…
Ne jî bi şewitandina gund û bajaran…
Kurd her du rûyên dewletê, durûtîya rêvebirên dewleta kemalîst nabînin.
Jiberku, hinekan xwe bi çepên dewletê va zeliqandine…
Hinekan jî xwe bi putperestên dewletê va girêdane û kapê weris avêtine histûyên xwe…
Hinek çep lê dixin…
Hinek jî rast…
Lê ne şahî şahîya wan e…
Ne jî govend govenda wan…
Kurd, di 16’ê nîsanê da jî bi strana „erê“ û „na“ reqisîn û xwe westandin…
Kemalîst û rêvebirên dewleta kemalist jî li reqsa wan temaşe kirin û kêfa xwe anîn..
Heta şahiyeke din…
Kurdên westyayî li ser qûna xwe…
Tirk jî bi kêf û eşq li ser kursîyê dewleta xwe rûniştin…
20.04.2017
ikramoguz@navkurd.net