Rêvebirîya hevpar ya Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê diyar kirin ku, ragihandina serxwebûnê mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye. Divê referandûm li navçeyên derveyî sînorên Herêma Kurdistanê jî were kirin.
Rêvebirîya hevpar ya Goran û YNK’ê li bajarê Silêmaniyê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku, di civînê de li ser çend mijaran danûstandina bîr û ramanan hatiye kirin û ji wan yên herî giring jî ev in:
1- Rêvebirîya hevpar tekez dike ku, referandûm û serxwebûna dewleta Kurdistanê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Li gorî madeya 11’a rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û Goran de piştgiriya vê xalê dikin.
2- Herdu alî wek hev difikirin ku, divê referandûm li herêmên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî were kirin.
Di daxuyaniyê de tê dîyarkirin ku, di civîna rêvebirîyê de mijara jiyana gelê Kurdistanê û başkirina rewşa darayî, aborî û debara wan hatiye gotûbêjkirin.
Her du aliyan biryar dane ku, hemahengî û hevkariya di nevberan wan de were bihêzkirin, ewê civînên rêvebirîyê berdewam bikin.